Di Sala 1969’an de, li dilê Serhed ê Bazîd ku li gûntara Çiyayê Agirî
ye, ji Dayîk dibe. Dibistana seretayî , ya navîn û lise li Bazîdê bi dawî dîne.
Di Sala 1991’an de bi damezirîna N.Ç.M. ’ê re di warê muzîkê de dest bi xebatên Xwe yê Profesyonêl dike.
Di van Salan de, Koma Rojhilat ava dike. Tevî Komê, di Sala 1997’ande Albuma " Mezra Botanim ez" derdixe.
Hunermend ji Welatê dengbêjîyê tê, ku ev ax warê Ehmedê Xanî ye. Li Aliyê din, Radyoya Êrîvanê jî, bandorekê mezin li ser wî kiribû.Ev hest bi Xebatên li ser Huner û Muzîkê, li nav NÇM’ê giheşt û bi pêş ket.
Di vê demê de, tevî Koma Xwe li Welat, li Ewrûpa, li Qafgasya û li deverên din ên dinyayê, Konsêrtan pêk tîne.
Pistî demekê, di kargêriya beşa Muzîkê ya NÇM’ê de di Sala 2001’an de ji bo Programeka Newrozê, diçe Avustralya û li wê derê dimîne. Bi taybeti lêkolînên Xwe yên li ser Kûltûra Dengbêjîyê û Muzîka Otantik li Avustralya didomîne.
Hunermend xebatên di vê Albumê de wek dilopek di derya ked û bîreweriya Welatê Xwe de dibîne .
Ew Album bi Repertuar û Şîroveya Hunermend, hêza wi ya rade bilind û Nasnameya wî ya hunerî derdixe holê.
You need to be logged in to make and view comments